Akar: S-400 dê tenê ji bo parastina Enqere û Stenbolê be
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, erkê projeya mûşekên S-400 dê parastina Enqere û Stenbolê be.
Hulusî Akar ragihand, projeya S-400 pêwendiyên Enqere û Waşingtonê têk nabe, emê çareseriyek lihevkirinê peyda bikin.
Herwiha got: Sîstema berevaniya esmanî ya Rûsî S-400 ligel teknîka NATOyê naguncînin û ev dê cuda be. Hêzên me yên netewî jî ku ligel NATOyê kar dikin, naxin nava vê sîstemê.
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê dibêje: Em dixwezin sîstema S-400 tenê ji bo parastina Enqere û Stenbolê erkdar bikin.
Serokê Amerîka beîi çend rojan dabû xuyakirin, heger Tirkiye sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê bikire, dê rastî dorpêçeke aboriyê were.
S. B