Amerika: Em bi Balyozê xwe li Tirkiyê serbilind in

Nauert diyarkir ku, John Bass bi serê xwe biryar nedan e. Biryara ragirtina wîzeyê bo Tirkiye, biryara hukimeta Amerika ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevka Wezareta derve ya Amerikayê Heather Nauert, di konferansa rojnamegerî de xwedîtî li Balyozê Amerika li Tirkiyê John Bass kir û ew wekî diplomatek herî serkeftî yê Amerikayê binav kir.

Nauert diyarkir ku, John Bass bi serê xwe biryar nedan e. Biryara ragirtina wîzeyê bo Tirkiye, biryara hukimeta Amerika ye.

Nauert herweha daxwaza Amerika ya pêwendiyên baş ligel Tirkiye anî ziman, lê got ku pêngavên Tirkiye dilgiraniyê ligel wan peyda dike.