Fransa 6 topxaneyên din li navçeyên HSDê belav dike

Fransayê 6 topxaneyên xwe li gundê Baxoz li rojhilatê çemê Ferêt li ser sînorê Iraq û Sûriyê bicih dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fransayê 6 topxaneyên xwe li gundê Baxoz li rojhilatê çemê Ferêt li ser sînorê Iraq û Sûriyê bicih dike.

Ajansa “Andolu” belav kir ku, Fransayê hêzên xwe yên leşkerî li navçeyên Minbicê, Hesekê, Êyn Îsa û Reqayê zêde kirine, da zanîn ku, niha jî 6 topxaneyên xwe li ser sînorê Iraq û Sûriyê li navçeyên di destê HSDê de belav kirin.

Berî niha ajansa AFP a Fransî belav kiribû ku, Wezareta Bergîriyê ya Fransayê tekez kir ku hêzên taybet ên wî welatî erkê xwe li bakurê Sûriyê pêk tînin.

Berê jî wê ajansê dabû diyarkirin ku hêzên Fransî li Kobanê li navçeya Sirînê û girê Miştenûrî, li bakurê Reqayê jî li Eyn Îsa û Xiraba Aşiq bi awayekî sereke belav dibin.

 

S. B