Li Efrînê 2 sivîl şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn

Li Efrînê di encama teqîna bombeyeke çandî bi tirektoreke sivîlan de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û zarok jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê di encama teqîna bombeyeke çandî bi tirektoreke sivîlan de 2 welatiyên sivîl şehîd bûn û zarok jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên ji nava Efrînê ve, dema welatiyên ji gundê Gemrûkê ya ser bi navçeya Mabeta ve dixwastin vegerin gundê xwe, li ser riya gundê Gemrûkê bombeyeke çandî bi wan de teqiya.

Li gor zanyariyan, di enamê de Menan Hemdoş (65 salî) û Elî Xilo (42 salî) şehîd bûn û 2 zarokên di heman tirektorê de bûn jî bi giranî birîndar bûn.

Ev yek di demekê de ye, bi nêzîkbûna artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji navenda bajarê Efrînê re û giraniya şer û pevçûnan, qutbûna avê û kêmbûna pêwîstiyên jiyanê beşek gundiyên Efrînê bi neçarî ber bi gundên xwe yên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve kontrolkirî ve vedigerin.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve li ser Efrînê îro ketiye roja 54emîn, Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re got, piştî ku artêşa Tirkiyê ava vexwarinê, hêlên pêwendiyê, pêwîstiyên bijîşkî û sotemeniyê li ser bajêr biriye, krîzeke mirovî li Efrînê çê bûye.

Li gor zanyariyan jî, beşek ji gundiyên navçeyên Cindirês, Şiyê, Raco û Mabeta ji pêr ve vedigerin gundên xwe.

 

S. B