Artêşa Tirkiyê devera Şehba dide ber topan: 4 kuştî hene
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê gundên devera Şehba ya li bakurê Helebê bi top û mûşekan armanc dike, di encamê de hate niha 4 kesan canê xwe jidest dane û hejmarek birîndar hene.
Çalakvanên ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihandin, îro ji piştî nîvro ve, artêşa Tirkiyê gundên Ehres, Kefir Hemra, Şêx Îsa û Kefir Nasih bi top û mûşekan armanc dike.
Li gor zanyariyên ku ketine destê K24ê, ku topbaran heta niha berdewam e û heta niha 4 kesên sivîl canê xwe jidest dane û hejmarek birîndar hene, di nava wan de jin û zarok hene.
Hejmarek ji qurbaniyan bo nexweşxaneyên Efrînê hatine veguhastin.
Demek e artêşa Tirkiyê gundên Efrînê û devera Şehba armanc dike û gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li wan her du deveran dike.