Asayişa Rojava 2 endamên PDK-Sê binçav dike

Asayîş li Rojavayê Kurdistanê 2 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Girkê Legê û Amûdê binçav kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayîş li Rojavayê Kurdistanê 2 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Girkê Legê û Amûdê binçav kirin.

Malbata endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Salih Cemîl Omer ji K24ê re ragihand, îro hêzên asayişê bi 3 otombîlan bi ser mala wan de girtin û bêyî ku ti sedemekê aşkere bikin, Salih Cemîl Omer binçav kirin.

Malbata Salih Cemîl Omer da zanîn, berî 2 rojan jî hêzên Asayişa Girkê Legê bi ser mala wan de girtibû, da ku Salih Cemîl Omer binçav bikin, lê ew ne li malê bû.

Herwiha li bajarokê Amûdê jî duh hêzên asayişê endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê Ferhan Zilfo li ser riya Dirbasiyê binçav kirin.

Heta niha bi dehan endam, alîgir û serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên di nava wê de ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser li Qamişlo, Efrînê û Kobanê ve girtî ne.

Biryar e ENKSê îro 23ê vê mehê li pêşiya avahiya Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo derkevin xwepêşandanekê û daxwaza serbistberdana girtiyên xwe yên di zîndanên Rêveberiya Xweser de bikin. 

 

Asayişa Rojava 2 endamên PDK-Sê binçav dike
Asayişa Rojava 2 endamên PDK-Sê binçav dike