HSD: Derxistina sivîlan ji Baxozê bidawî bibe, dest bi êrîşê dikin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hejmarek mezin ji sivîlan ji Baxozê rizgar kir û dibêje, her dema derxistina sivîlan bidawî bibe, dê êrîş li ser baxozê bê kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hejmarek mezin ji sivîlan ji Baxozê rizgar kir û dibêje, her dema derxistina sivîlan bidawî bibe, dê êrîş li ser baxozê bê kirin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mustefa Balî ji K24ê re got: “Yekîneyên taybet ên HSDê operasyoneke serkeftî kirin û karîn zêdetir ji 2 hezar sivîl ji Baxozê ji destê DAIŞê derxînin û ber bi deverên ewle hatin birin.”

Balî da zanîn, hîna bi hezaran sivîl di hundir Baxozê de mane û proseya derxistina sivîlên mayî jî berdewam dike, piştî derxistina tevahiya sivîlan dê biryara êrîşa dawiyê ser DAIŞê û bidawîkirina wê rêxistina terorê didin.”

HSDê ji meha Îlona 2018an ve dest bi dawî operasyona li dijî DAIŞê kiriye û niha dawî baregeha wê li bajarokê Baxoz bi temamî hatiye dorpêçkirin û dorpêç li ser wê gelekî teng bûye.

HSD ji ber hebûna DAIŞê çend roj in êrîşî xwe bi hişyarî dike ji ber ku DAIŞ sivîlan ku DAIŞ wan wek mertalên zindî bikar tîne, lê şervan li benda fermana êrîşa dawiyê ne.