Rûsya pireke leşkerî li ser çemê Ferêt ava dike

Televisyona Rûsî belav kir, artêşa Rûsyayê pireke leşkerî li ser çemê Ferêt li nêzîkî bajarê Dêrezorê ava kir, ji bo veguhastina otombîlên leşkerî û alîkariyê mirovî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Televisyona Rûsî belav kir, artêşa Rûsyayê pireke leşkerî li ser çemê Ferêt li nêzîkî bajarê Dêrezorê ava kir, ji bo veguhastina otombîlên leşkerî û alîkariyê mirovî.

Rêvebirê dezgeha riyan a di Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayî Vladîmîr Borovitsîv di konferaseke rojnamevanî de ragihand, avakirina ew pire di 48 demjimêran de hat avakirin, ku rojê 8 hezar otombîl û tank jî di ser wê pirê re derbas bibin.

Herwiha got jî, ew pire dikare alîkariyên mirovî û nexweş û birîndaran jî veguhêze aliyê din yê çemê Ferêt.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Amerîka ji roja 9 Îlonê ve dest bi operasyonekê li rojhilatê Dêrezorê kiriye. Di heman demê hêzên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê operasyonan li derdora wî bajarî dikin.

Berî demekê jî firokeyên Rûsî û yên hikûmetê bargehên HSD li Dêrazorê bombebaran kiribûn û di encamê de 6 şervanên HSDê birîndar bûn.