Graham çi ligel Erdogan axifî?

Çavdêr dibêjin: Graham ji Erdogan dawxaz kiriye, ku li hemberî Hevpeymanên wan ên Kurd, çi êrişan pêk neyne û şer û êriş dê aloziyê zêdetir bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Senatorê Amerika Lindsey Graham, li Enqerê hevdîtinek çêkirin.

Beriya Graham hevdîtinê li gel Erdogan durist bike, pêşîyê ligel Wezîrê Derve Mevlud Çavuşoglu, hevdîtin pêk anî.

Hevdîtina Şanda Tirkîyê ya di bin Serokatiya Erdogan û Şanda Emrika ya di bin serokatiya Graham de, 2 demjimêr û nivê, berdewam kir.

Herçend di derbarê hevdîtinê de çi daxûyaniyên fermî nehatibin dayîn jî, çavdêr dibêjin: Graham ji Erdogan dawxaz kiriye, ku li hemberî Hevpeymanên wan ên Kurd, çi êrişan pêk neyne û şer û êriş dê aloziyê zêdetir bikin.

Herwiha Amerika jî, garantiyê dide Tirkiyê, ku Rojavayê Kurdistanê  liser Tirkiyê nebe metirsî.

Bernameya herêma ewle jî, babeta gotûbêja civînê bû.

 

 

 

C.B