Artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran dike

Çend top li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ketin û di encamê de, kesek şehîd bûye û çend kesên din jî birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî nûçegihanê Kurdistan24ê li Efrînê, artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran kir û çend top li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ketin ku di encamê de, kesek şehîd bûye û çend kesên din jî birîndar bûne. 

Berî niha jî artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrîn kiribû armanc, wê demê jî nêzîkî 12 sivîlan bibûne qurbanî.

Bû nêzîkî mehekê artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirine li Efrînê û heya niha jî şer û pevçûn berdewam in.