Suleyman Soylu: Amerîka henekên xwe bi Tirkiyê dike

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje, Amerîka di dema cezaya li ser wezîrên Tirkiyê radike, 3 rêveberên PKKyê ceza dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navendên Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje, Amerîka di dema cezaya li ser wezîrên Tirkiyê radike, 3 rêveberên PKKyê ceza dike. Amerîka bi vê biryara xwe serederiya terorîstbûnê bi wezîrên Tirkiyê dike. Wekî ku Amerîka henekên xwe li Tirkiyê bike.

Karvedanên biryara Wezreta Derve ya Amerîkayê ya dijî 3 rêveberên PKKê berdewam dike û hikûmeta Tirkiyê nikare ji dilsoziya biryara Amerîkayê bawer bike.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje, Amerîka henekên xwe bi Tirkiyeyê dike û dixwaze wan bixapîne. Di navbera biryara Amerîkayê ya dijî 3 rêveberên PKKê û cezakirinên 2 wezîrên Tirkiyê de pêwendiyek watedar heye û Amerîka serederiya terorîstbûnê li wezîrên Tirkiyeyê dike.

Balkêş e PKK jî, wekî Tirkiyê ji biryara Amerîkayê nerazî û dilgiran e. Endamê Desteya Rêvebir ê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu di gotara xwe ya dawî de eşkere dike, Amerîka dixwaze YPGê li gor siyaseta xwe bi rê ve bibe û hêza PKKê ya li ser Rojavayê Kurdistanê bişkîne. Sedema bêdengbûna Amerîkayê ya dijî operasyona Efrînê jî ev siyaset bû.

Ji van daxuyaniyan eşkere dibe, ji biryara Amerîkayê PKK jî, Tirkiye jî nerazî ne. Lê balkêş e YPG bêdengî hilbijartiye û heta niha ti helwest nîşan nadaye. Ev yek jî pirsek cidî bi xwe re tîne, ka YPG ji biryara Amerîkayê razî ye yan na?

Beriya niha çend rojan Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo serê 3 rêveberên PKKê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkanî 12 milyon dolar xelat diyar kiribû. Koma Civakên Kurdistanê KCK jî bi daxuyaniyeke nivîskî bersiva Amerîkayê dabû û gotibû, armanca Amerîkayê têkbirina PKKê ye.