Rûsya: Firokeyên Amerîkî rê li ber firokeyên me negirtine

Pentagonê: 2Firokeyên Rûsî derbasî sînorên navçeyên di destê hevpeymanan de bûn, lê ji aliyê hêza ezmanî ya Amerîka ve, rê li ber wan hat girtin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevaniya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, ew raporên Amerîkî yên ku behsa rêgirtina Amerîka ji hin firokeyên Rûsî dikin li navçeya Meyadînê ser bi Dêra Zorê ve, dûrî rastiyê ne.

Daxuyaniya wezareta berevaniya Rûsî zelal dike, dema ku firokeyên wan karwanekî alîkariyên mirovî gihandin navçeya Meyadîn ya Dêra Zorê, firokeyeke Amerîkî dixwest karê wan firokeyên Rûsî asteng bike, lê firokeya Rûsî ji corê So 35 çavdêriya rewşê dikir û nehişt firokeya Amerîkî nêzîk bibe.

Li ser vê mijarê, peyvdarê Pentagonê ragihandibû ku, du firokeyên Rûsî derbasî sînorên navçeyên di destê hevpeymanan de bûn, lê ji aliyê hêza ezmanî ya Amerîka ve, rê li ber wan hat girtin.