Di êrîşa Israîlê ya Pêncşema derbasbûyî de 11 çekdarên Îranî hatin kuştin

Riwangeha Sûrî: Bi kêmanî 27 kes hatine kuştin û di nav wan de, 11 çekdarên Îranî hebûn, 6 çekdarên hêzên Hikûmeta Sûryê bûn û yên din jî biyanî bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî amareke nû ku Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan belav kiriye, Di êrîşa roja Pêncşema derbasbûyî de, ya ku firokeyên Israîlê li dijî bingehên Îranî li Sûryê encamdan, hejmara herî kêm ya kuştiyan 27 kes bû.

Riwangeha Sûrî diyar kiriye, ku di nav kuştiyan de, 11 çekdarên Îranî hebûn û 6 çekdarên hêzên Hikûmeta Sûryê bûn û yên din jî biyanî bûn.

Derengê şeva Çarşemê 9ê vê mehê, milîsên Îranî li Sûrya bi 20 mûşekên Grad û Fecir, êrîşî bingehên serbazî yên Israîlî li bilndahiyên Colanê kirin, di encamê de, destê sibeha Pêncşema derbasbûyî 10ê vê mehê, firokeyên cengî yên Israîlî bi tundî bingehên serbazî yên Îranê li nav axa Sûryê bordûman kirin û ziyaneke mezin li wan kirin.

N.O