Serok Barzanî serdana Kusret Resûl dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî serdana Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK Kosret Resûl Elî kir û hêviya silametiyê jê re xwast.
Îro Duşemê 21.1.2018 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî serdana Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK Kosret Resûl Elî kir û hêviya başî û silametiya wî kir.
Di wê serdanê de Serok Barzanî bi xêrhatina Kosret Resûl ji derveyî welat kir û hêviya tendirûstiyeke baş û silametiya wî kir.Herwiha her du aliyan behsa rewşa siyasî ya Iraqê û navçeyê û pêşhateyên prosea siyasî ya Kurdistanê.