Trump: Ji bo jinavbirina gefên terorê berdewam dibin

Serokê Amerîka Donald Trump pesnê bidawîhatina yekcarî ya DAIŞê dide û radigihîne, di hewlên xwe de bo jinavbirina gefên terorê de berdewam dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump pesnê bidawîhatina yekcarî ya DAIŞê dide û radigihîne, di hewlên xwe de bo jinavbirina gefên terorê de berdewam dibin.

Di daxuyaniyekê de Serokê Amerîka dibêje: “Bi dilxweşî radigihînim ku bi hev re ligel Hevpeymaniya Navdewletî, hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji sedî sed navçeyên di bin kontrola DAIŞê de me rizgar kir.”

Trump di daxuyaniya de amaje bi wê yekê dike, di salên bûrî de 20 hezar Mile çarkoşe ji DAIŞê hat pakirin û bi milyonan kes li Iraq û Sûriyê hatin rizgarkirin.

Serokê Amerîka dide zanîn, DAIŞê dixwast kuştina bikomî, destdirêjiya seksî li ser jinan û koletiyê bi yasa bike û bihaneyan jê re bibîne.”

Trump peyama xwe ji xortên ku baweriya wan bi propagandeya DAIŞê heye re dişîne û dibêje: “Heger hûn bibin DAIŞê hûnê bimirin, bila ew di bîra we de û li şûna wê bi başî bijîn.”

Herwiha Trump di daxuyaniya xwe de tekeziyê li pabendbûna welatê xwe bi kar û hevahengiya berdewam bi Hevpeymaniya Navdewletî redi şerê li dijî DAIŞê û tundrewiyê dike.

Piştî nêzîkî du mehan ji dorpêçkirina Baxozê û derxistina sivîl û malbatên DAIŞê, duhî 23ê Adarê HSDê rizgarkirina Baxozê û serkeftina yekcarî bi ser DAIŞê de ragihand.  

 

S. B