Baydemir: Ez ne xemgîn im, Ez şanaz im

Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr dibêje, jiber mafê parlamenterî jê hatiye stendin ne xemgîn e, Berovajî şanaz e

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr dibêje, jiber mafê parlamenterî jê hatiye stendin ne xemgîn e, Berovajî şanaz e.

Piştî pejirandina sizaya zîndankirinê ya Parlamenterên HDPê Osman Baydemîr û Selma Îrmak, mafê parlamenteriyê ji wan hatibû stendin. Bi vê biryarê hejmara parlamenterên HDPê ji 59'an daketin 48'an.

Baydemîr piştî biryarê da xuyakirin, ew bi biryarê hîç xemgîn nebûye. Ev biryar nîşan dide ku desthilat dîktatoriyê dixwaze, AKP faşîzmê dixwaze û hemû bingehên pêkvejiyanê ji holê tên rakirin.

Da zanîn, derbarî wî de heta 300 sal sizayên zindanîkirinê tê xwestin û AKP bi vê biryarê dest daniye ser mafê parlamenteriyê û diyar dibe ji aştî, demokrasî û azadiyê çiqas ditirsin.

Baydemîr got, AKP bi yasayên ku derxistine wê bê dadgehkirin.

 

 

C.B