Tirkiye rapora Amerika red dike

Hikûmeta Tirkiyê nerazîbûnek tûnd li dijî Amerîkayê nîşan dide û radighîne: Rapora Mafê Mirovan a Amerîkayê bêbingeh û ji rastiyê dûr e

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê nerazîbûnek tûnd li dijî Amerîkayê nîşan  dide û radighîne: Rapora Mafê Mirovan a Amerîkayê bêbingeh û ji rastiyê dûr e.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje; Amerîka şerê Tirkiyê ya dijî rêxistinên terorê tênegihiştiye. Rapora Amerîkayê bi agahiyên bêbingeh û ji rastiyê dûr, Tirkiyê tometbar dike. Ne ciddî bûn e, ko welatek wekî Amerîkayê her dem bi zordestiyê hatiye naskirin, Tirkiyê tohmetbar bike. Wan vê hêviyê ji Amerîkayê nedikir û wê raporê red dikin.

Duhî Amerîka rapora xwe ya salane ya di derbarê mafê mirovan de belav kiribû û rexneyên tûnd li Tirkiyê girtibû.  

 

 

C.B