Kerkûk ji referandûmê re amade ye

Peyamnêrê K24ê ragihand, tevahiya partiyên siyasî yên li Kerkûkê ligel birêvebirina referandûmê di dema xwe de ne. Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser asta bilind ligel referandûmê ye û biryar e îro ligel aliyên siyasî bicive.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê ragihand, tevahiya partiyên siyasî yên li Kerkûkê ligel birêvebirina referandûmê di dema xwe de ne. Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser asta bilind ligel referandûmê ye û biryar e îro ligel aliyên siyasî bicive.

Derbarê amadekariyan de, peyamnêrê K24ê ragihand, Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê amadekariyên xwe ji bo referandûmê temam kirine, 443 binkeyên dengdanê li Kerkûkê vekirine û 5 hezar fermanber jî ji bo wê proseyê erkdar kirine.

Her di wê derbarê de, Qeymeqamê Kerkûkê ji K24ê re got:“Rewşa Kerkûkê aram e û amadekariyên roja birêvebirina referandûmê hatine temamkirin. Dawaz ji welatiyan dikim sibe biçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin.”

Ragihand jî, pêkhateyên Kerkûkê wek hemû welatiyên Kurd ligel serxwebûna Kurdistanê ne û bi kelecan li benda sibe ne