HSD 231 çekdarên DAIŞê radestî Iraqê dike

Jêderekî ji ewlehiya Iraqê aşkere kir, HSDê di tedabîrên gelekî tund de 231 çekdarên DAIŞê ên ji regeza Iraqî radestî hêzên ewlehiyê Iraqê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji ewlehiya Iraqê aşkere kir, HSDê di tedabîrên gelekî tund de 231 çekdarên DAIŞê ên ji regeza Iraqî radestî hêzên ewlehiyê Iraqê kirin.

Li gor zanyariyan, HSDê dê 502 çekdarên DAIŞê li ser çend daneyan radestî Iraqê bike, daneya yekem roja 21ê vê mehê bû ku 150 çekdar radest kiribû, vê care jî 231 çekdar radest kirin û hîna ew prose berdewam e.

HSD çend roj in DAIŞ di dawî devera wê de di rûbereke teng de dorpêç kiriye û li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê di 3 rojên dawiyê 5 hezar welatiyên sivîl û çekdarên DAIŞê xwe radestî HSDê dikin.

Demek e Fermandariya HSDê û Rêveberiya Xweser dibêje, hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê di zîndanên wan de girtî ne û bang li welatên cîhanê dike ku her welatek çekdarên ku hevwelatiyên wan in werbigirin û li welatên xwe bidin dadgehan.

  

S. B