HDP û 5 partiyên Kurdistanî ji bo hevpeymaniya hilbijartinan lihev nekirin

Partiyên Kurdistanî: Tiştek ji wan xalên rêkevtinê û pirensîpên hevbeş yên ku li gel HDP tifaq li ser wan hatibû kirin, di daxuyaniya Demîrtaş de nebû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro her pênc partiyên Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) û Tevgera Azadiyê di kongirekî rojnamevanî de ragihandin, ku wan û HDPê ji bo hevpeymaniya hilbjartinên 24ê Hizêranê lihev nekirine.

Wan Partiyên Kurdistanî diyar kirin, ku piştî danûstandinên dûr û dire li gel HDPê û piştî bi hev re gihiştibûn xalên rêkevtinê û pirensîpên hevbeş, daxuyaniya hilbijartinan ya hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş hat belav kirin û tiştek ji wan xalên rêkevtinê û pirensîpên hevbeş yên ku tifaq li ser wan hatibû kirin, di wê daxuyaniya Demîrtaş de nebû.

Biryare di 24ê meha dahatî de, hilbijartinên pêşwext yên Perleman û Serokatiya Tirkiyê bên encamdan, ji bow ê meremê, wan partiyên Kurdistanî ji bo yekîtiya mala Kurdî û dengê Kurdan di wan hilbijartinan de ew bizav kirin, lê bê encam man.

Ji aliyê xwe ve, HDP dixwaze bi lîsteke serbixwe beşdarî hilbijartinên Perlemana Tirkiyê bibe û ji hevserokê xwe yê berê Selahedîn Demîrtaş, ji bo postê serokatriyê berbijar kiriye.

 

 

N.O