Rohanî: Bersiveke ne pêşbînîkirî didin Amerîka

Serokê Îranê radigihîne, ajansa atomî ya Îranê amade ye “Bi awayekî pêşbînîkirî û ne pêşbînîkirî” bersiva Washingtonê bide, heger ji rêkeftina atomî ya bi Îranê vekişe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Îranê radigihîne, ajansa atomî ya Îranê amade ye “Bi awayekî pêşbînîkirî û ne pêşbînîkirî” bersiva Washingtonê bide, heger ji rêkeftina atomî ya bi Îranê vekişe.

Serokê Îranê Hesen Rohanî di bernameyeke telefisyonî de li ser biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişîna ji rêkeftina atomî ya di navbera grûpa “5+1” û Îranê de bersiveke tund da.

Rohanî got: “Ajansa me ya atomî amade ye bi awayekî pêşbînîkirî û ne pêşbînîkirî bersiva Washingtonê bide, heger ji rêkeftina atomî a bi Îranê vekişe.”

Rêkeftina Îranê ye ligel grûpa 5+1 derbarê programa atomî de roja 14 Tebaxa 2015an li Viennayê hatibû îmzekirin.

Di demên dawî de rêkeftina atomî li ber hilweşandinê ye û Serokê Amerîkayê Donald Trump wê rêkeftinê rexne dike û dibêje, heger guhertin di wê rêkeftinê de pêk neyên ewê xwe ji wê rêkeftinê bi yekcarî vekişin.

 

S. B