Kurdistan Li Bidlîsê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Li Bidlîsê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Wêne: Arşîv

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Bidlîs yê Bakurê Kurdistanê di encama şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de, 2 leşker hatin kuştin.

Parêzgariya Bidlîsê di daxuyaniyekê de ragihand ku, operasyona 12ê Çile destpê kiriye, berdewam dike. Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di operasyonê de şer di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de rû daye.

Li gor daxuyaniyê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûne.