Metirsiyên DAIŞ li ser Xaneqîn û Gulalayê zêde ye

Ji destpêka îsal ve çekdarên DAIŞê 8 caran êrîşî Xaneqîn û derdora kirine û berpirsekê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) metirsiyên ser wê deverê aşkere dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji destpêka îsal ve çekdarên DAIŞê 8 caran êrîşî Xaneqîn û derdora kirine û berpirsekê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) metirsiyên ser wê deverê aşkere dike.

Berpirsê Liqê 15 ê PDKê Şêx Cafer Mistefa ji K24ê re ragihand, rewşa gundên derdora Xaneqîn û Gulala gelekî xirap e û çekdarên DAIŞê rojane li deverê digerin û êrîşan dikin.

Li ser rola hêzên Iraqî yên li wê navçê got, hebûna wan hêzan ti sûde jê nîn e, nêzîkî 52 hêzên cuda yên Heşda Şeibî ji bilî artêşa Iraqê û Polîsa Federalî li deverê ne, lê dema DAIŞ êrîş dike, ew bê helwest dimînin.

Derbarê çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê û parastina Kurdan de, Berpirsê Liqê 15 ê PDKê dibêle: “Divê yan rûniştvanên wê deverê werin biçekirin, yan hêzên Pêşmerge vegerin wê deverê.”

Li ser vegera hêzên Amerîkî bo parêzgeha Diyale, Şêx Cafer Mistefa got, hêzên Amerîkî hatin wê navçê û armanca wan tenê li serbazgeha Kobra bicih bibin e.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hêzên Pêşmerge ji navçeyên Xaneqîn û Gulala vekişiyan û ji ber wê yekê valahiyeke ewlehiyê lê dirust bûye û metirsiya wê yekê heye, Kurd bêne neçarkirin ku ji wan deveran koçber bibin.

Xaneqîn û Gulala du bajarokên Kurdistanî li başûrê bajarê Silêmaniyê dikevin û ser bi parêzgeha Diyala ve.

 

 

S. B