Perlemana Israîl pirojeyasayekê ji bo piştevaniya serxwebûna Kurdistan gotûbêj dike

Perlemanterekî Israîlî: Pêwîst e Israîl piştevaniya bizavên Kurdan bike ji bo damezirandina dewleta Kurdistanê, ku niha rastî gefên Îranê tê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî medya Israîlî ragihandiy, ku perlemanterê Israîlê Yov Kish, pirojeyasayek pêşkêşî (Kinêsit) an ku Perlemana welatê xwe kiriye û têde daxwaz kiriye ku Israîl bi fermî piştevaniya damezirandina dewleta Kurdistanê bike û li serxwebûna Kurdistanê mikur bê.

Ew pirojeyasa ku taybet e bi piştevaniya Israîl ji bo Kurdan li Rojhilata Navîn, binavê: Pêwîst e Israîl piştevaniya bizavên Kurdan bike ji bo damezirandina dewleta Kurdistanê, ku niha rastî gefên Îranê li navçeyê û serkutkariya Tirkiyê û têkdana Sûrya tê" ji aliyê wî perlemanterî ve hatiye pêşkêşkirin.

Herwiha ew perlemanterê Israîlî dibêje, piştevaniya Kurdan ji aliyê Israîlê ve, di berjewendiya Israîlê de ye.

Ev bizavên dîplomasî yên Israîlî di demekê de ne, ku pêwendiyên Tel Eviv û Enqera di xirabtirîn qunax de ne.

Berî niha jî serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragihandibû, ku ew piştevaniya serxwebûna Herêma Kurdistanê dike.

N.O