Hasîp Kaplan: Nabe Tirkek çavê xwe berde posta serokê HDPê

Parlemnterê berê yê HDPê Hasîp Kaplan ragihand, Piştî Selahatîn Demîrtaşî divê ti Tirkek di nav HDPê de çav bernede posta seroktiyê. HDP jî daxuyaniyên Kaplan şermezar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemnterê berê yê HDPê Hasîp Kaplan ragihand, Piştî Selahatîn Demîrtaşî divê ti Tirkek di nav HDPê de çav bernede posta seroktiyê. HDP jî daxuyaniyên Kaplan şermezar kir.

Hasîp Kaplan ji twîtira xwe ragihand ku, di kongireya bê ya HDPê de piştî Demîrtaşî divê ti Tirkek çav bernede posta seroktiyê. Divê herkes sînora xwe nas bike.

Kaplan bal kişand li ser derhêneriya parlementerê Tirk yê HDPê Sirri Sureyya Onder û got bila Sirri Sûreyya biçe fîlm çê bike.

Li ser van daxuyaniyên Hasîp Kaplan, Partiya Demokartîk a Gelan HDP û Partiya Herêman Demokratîk DBP nerazîbûnek tund nîşan dan. HDP da zanîn ku Kaplan daxuyaniyek cudakar û nîjadperest daye û ew şermezar dikin. Ti pêwendiya daxuyaniyên wî digel HDPê nîne.

Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş ragihand, ew di kongirya partiya xwe de nabe namzet, ji bo HDPê hevserokekî nû tê genegeşekirin.