Rûsya ji Esed dixwaze ku lezê di piroseya siyasî de bike

Nûnerê serokê Rûsya di civînê de li gel Esed tekezî li ser giringiya bicîkirina encamên kongirê Sochi û pêşxistina piroseya siyasî li wî welatî kir

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyên Sûryê, nûnerê serokê Rûsya ji bo karûbarên Sûryê Alexander Lavrentiev îro serdana Şamê kir û li gel serokê Sûryê Beşar Esed civiya û di civînê de tekezî li ser giringiya bicîkirina encamên kongirê Sochi, pêşxistina piroseya siyasî li wî welatî û berdewamiya rûbirûbûna terorê û beşdariya Rûsya di nûavakirina Sûryê de hat kirin.

Her li gorî heman jêderê, di civînê de serokê Sûryê Beşar Esed ragihandiye, ku hinek aliyên navdewletî li pêşiya piroseya siyasî li Sûryê astengiyan çêdikin û daxwaz ji wan kir ku dev ji piştevanîkirina terorê berdin û dest bi karê siyasî bikin.

Ji aliyê xwe ve nûnerê serokê Rûsya ji bo Sûryê, tekezî li ser pêwendiyên herdu welatan kir û daxwaz ji aliyên navdewletî kir piştevaniya piroseya siyasî li Sûryê bikin, daku şer li wî welatî bê rawestandin.

N.O