Erdogan: Ji Amerîka hêviya piştgiriyê dikin ne nedana çekan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, heger ew nekarin sîstemên berevaniyê ji Amerîkayê dabîn bikin, ewê çareya serê xwe bigerin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, heger ew nekarin sîstemên berevaniyê ji Amerîkayê dabîn bikin, ewê çareya serê xwe bigerin.

Erdogan ji Televîzyona Bloombergê re axivî û di derbarê kirîna mûşekên S400an de got, divê ewê ji bo kirîna S400an gavên pêwîst bavêjin. Yunanîstan mûşekên S300 kirî, lê ti kesî deng dernexist. Divê li dijî Tirkiyê jî dernekevin.

Got jî, Ew ji Amerîkayê hêviya piştgiriyê dikin, ne nedana çekan. Heger ew nekarin sîstemên berevaniyê ji Amerîkayê dabîn bikin, ewê çareya serê xwe bigerin.

Berî niha rayedarên Amerîkî ji ber peymanên çekan a di navbera Rûsya û Tirkiyê de gefa nedana çekan li Tirkiyê xwaribû.

 

S. B