Bi wêne.. Efrîn û rewşa gelê Efrînê
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê ji 20ê Çileya çûyî ve bi fermî êrîşa xwe ya leşkerî li ser Efrînê ragihand. Îro di roja 24emîn de topbaran, bombebaran, şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve û YPG û YPJ berdewam e. Ta niha ji encama vê êrîşa hovane bi sedan welatiyên sivîl bûne qurbanî û bi hezaran gundiyên gundên sînorî bi ser navenda bajarê Efrînê û gundên di dûrî sînor de hatine yan jî di şikeftan de dimînin. Ev yek ji bilî wêranîbûna bi dehan gund û navçeyan.