Planeke din ya Bexdayê li dijî Herêma Kurdistanê aşkere dibe

Endamekî parlemantoya Kurdistanê radigihîne, hikûmeta Iraqê hewla girêdana kêlgehên Xormalê bi kêlgehên Kerkûkê dide, ku bi vê yekê ziyaneke mezin digihîne Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî parlemantoya Kurdistanê radigihîne, hikûmeta Iraqê hewla girêdana kêlgehên Xormalê bi kêlgehên Kerkûkê dide, ku bi vê yekê ziyaneke mezin digihîne Herêma Kurdistanê.

Endamê Parlemantoya Kurdistanê Elî Heme Salih di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Kêlgehên Avana û Bay Hesen yên Kerkûkê hatine rawestandin û niha hikûmeta Iraqê bi hevkariya kompanyay British Petroleum a Brîtanî dixwaze kontrola petrola Xormalê bike û bi kêlgehên Kerkûkê ve bibeste, ji bo berhema petrola Kerkûkê bigihe 1.5 milyon permîl di rojekê de.

Got jî, bi cibicîkirina wê plane jî tevahiya navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêma Kurdistanê dikevin jêr destê hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê tê piştguhkirin û ew navçe ji destê wê diçin.”

Ji piştî 16ê Cotmeha sala 2017an û dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî ve, kêlgehên patrolê yên Avana û Bay Hesen ketin destê hikûmeta Iraqê, bi vê yekê jî berhema petrola Herêma Kurdistanê daket 275 hezar bermîl di rokekê de û li hemberê jî dahatiya hikûmetê ji zêdetir 350 hezar bermîl jî kete destê Bexdayê.

 

S. B