Esayib Ehlilheq avahiyên Bereya Turkmanî li Xurmatû talan kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, sibeha îro girûpa Esayib Ehlilheq ya ser bi Heşda Şeibî ve, bi bihaneya xiyanetê li dijî şî'eyên Xurmatû û sîxuriyê ji Tirkiyê re, êrîşî baregehên Bereya Turkmanî li Xurmatû kir, piştî şerekî dijwar di navbera herdu aliyan de, berpirsê Bereya Turkmanî li Xurmatû Hesen Kerîm û pasewanên wî ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve hatin girtin.
Ew zanyarî diyar dikin, ku piştî girtina wî berpirsê Bereya Turkmanî û pasewanên wî, baregehên wan ji aliyê çekdarên ser bi Heşda Şeibî ve hatin talankirin û dest li ser wan hat danîn.
Herweha nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, destpêkê milîsên wê girûpa Heşda Şeibî teqe li baregeha Bereya Turkmanî kirin û hejmarek çekdarên Bereyê birîndar kirin.
Çend jêderekî ji nav Xurmatû dan xuyakirin, ku piştî bûyerê, çekdarên ser bi Heşdê ve, dest bi pişknîna malên Turkmanan kirin û bi sedema wê bûyerê jî, beşek ji Turkmanan ji malên xwe reviyan û hineka ji wan berê xwe dan navçeyên din yên Kurdistanê û hinek din jî berê xwe dan Bexdayê.