Emîne Zikrî: ENKS û PDK-S aliyên sereke ne, lê hilbijartinên bakurê Sûriyê baykot kirin

Di civîneke giştî ya Parlamantoya Kurdistanê de, raporta şanda perlamantoyê ya ji bo çavdêriya hilbijartinên Bakurê Sûriyê ji aliyê seroka şandê ve hat xwendin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîneke giştî ya Parlamantoya Kurdistanê de, raporta şanda perlamantoyê ya ji bo çavdêriya hilbijartinên Bakurê Sûriyê ji aliyê seroka şandê ve hat xwendin.

Seroka  Şanda Perlemantoyê Kurdistanê Emîna Zikrî ragihand, hilbijartin ji bo Rojavayê Kurdistanê gaveke baş e, lê ew di wê baweriyê de ye, ku li Rojavayê Kurdistanê tenê yek pertî xwedî biryar e ji ber vê yekê jî aliyên din beşdarî di proseya hilbijartinan de nekirin.

Emîne Zikrî ji K24ê re wiha axivî: “Dema me çavdêriya prosya hilbijartinan kir, me serdana hemû aliyên siyasî kir, wek Hevbendiya Niştimanî ya Kurd, Partiya Demokrat a Pêşverû û ENKSê û partiyê di nava wê de. Di nerîna wan hemû aliyan ew bû, PYD take hêz e biryarê li Rojava dide û rêgiriyê li karê siyasî dike, ev ji wan sedeman bû ku wan beşdarî di hilbijartinan de nekirine, ev jî ji bilî rêgiriya ku li Pêşmergeyên Rojavê Kurdistanê tê kirin e.”

Her wiha Emîne Zikirî ji k24 re tîne ziman, ji bo pirsgrêkên aliyên siyasî yên Rojava, wan serdana hemû aliyan kir û di serî de Hevserkê PYDê û her wiha tiştê ku wan li Rojava dîtibû jî vegot.

Emîne Zikrî got: “ENKS û bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) aliyên sereke ne li Rojavayê Kurdistanê û gel bi wan re ye, nabe di bin wan fişaran de bin. Herwiha me serdana PYDê kir û me daxwaz ji wê kirk u bi riya diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin û Hevserokê PYDê birêz Şahoz Hesen diyalog red nekir.”

EndamêFreksyona Tevgera Goranê Şêrko Heme Emîn ku yek endamê şanda Parlrmantoya Kurdistanê bû ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Bakurê Sûriyê ji K24ê re wiha axivî: “Pirsgirêka herî sereke wek me dîtiye ew e, partiyên di bin navê ENKSê de ne, ta niha bi fermî rêvebiriya PYDê nas nakin, ku amadehiya wan nîn e jî moletan jê werbigirin. Divê jî ew alî li rêveberiya heye mukir bên. Di baweriya min de heger em wan bi serê xwe bihêlin, ew bixwe dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Hilbijartinên şaredariyê yên Bakurê Sûriyê di 1ê Çile bi rê ve çû bû, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û partiyên di nava wê de ev hilbijartin baykot kir û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) jî beşdarî di hilbijartinan nekir.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1e3a4844-d07f-478d-8030-47dfcf24e078/011118BKK.ism/manifest