Akar gef xwar: Endamekî PKKê nahêlin

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê radigihîne, heta endamekî PKKê nemîne, dê şerê wan bi dijwarî û berdewam bike. Ew bi ti awayî rê nadin Tirkiye perçe bibe û ji bo parastina xaka xwe dê bi berdewamî şerê PKKê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê radigihîne, heta endamekî PKKê nemîne, dê şerê wan bi dijwarî û berdewam bike. Ew bi ti awayî rê nadin Tirkiye perçe bibe û ji bo parastina xaka xwe dê bi berdewamî şerê PKKê bikin.

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar serdana şîna leşkerên ku di encama êrîşa PKKê de canê xwe ji dest dabûn kir û careke din gef li PKKê xwar. Akar got, heta endamekî PKKê nemîne, ew ê bi dijwarî şer bikin û rê nadin Tirkiye bê perçekirin.

Akar herwiha rexne li Amerîkayê jî digre û dide zanîn, Amerîka herçend e bi tirêleyan çekan bide PKKê jî, PKK têgihiştiye ti sûda alîkariya  Amerîkayê nîn e.

Berî niha 2 rojan li bajarê Êlihê li bajarokê Kercewsê gerîlayên PKKê bombeya ku li ser rê bicihkiribûn, bi wesaîteke leşkerî teqandibû û 8 leşkeran canê xwe ji dest dabûn.

Lê li gor ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) jî di êrîşê de 11 leşker hatibûn kuştin.

 

 

S. B