Hêzên Iraqî pêşwaziyê li berbijarê PDK dikin

Berbijarê Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo serokatiya Iraqê Fûad Hisên li gel şandeke PDK, li Bexdayê li gel serokê Hevpeymaniya Fetih (Hadî Amirî) civiya

K24 - Navenda Nûçeyan. 

Berbijarê Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo serokatiya Iraqê Fûad Hisên li gel şandeke PDK, li Bexdayê li gel serokê Hevpeymaniya Fetih (Hadî Amirî) civiya û endamekî şanda PDK ku di civînê de beşdar bû ragihand, piraniya hêzên Iraqî pêşwaziyê li berbijarê PDK dikin, ji bo wergirtina postê Serokatiya Iraqê.

Berpirsê Liqê PDK li Bexdayê û endama şandê Şiwan Mihemed Taha, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku civînên wan di çarçoveya bizavên PDK de, ji bo biserxistina berbijarê wan ji bo wergirtina postê Serokatiya Iraqê, berdewam dibin û îro jî ewê serdana çend aliyên din yên Iraqî bikin.

Şiwan Mihemed Taha zelal kir, bi sedema pêgeha bihêz a PDK li Herêma Kurdistanê û li ser astê Iraqê jî, ku partiya yekem e, beşekî ji aliyan pêşwazî li berbijarê PDK dikin û hin alî didin xuyakirin, ku baştir e yek berbijarê Kurdan hebe, ji bo di pêşerojê de, ti kêşe li gel aliyên din çênebe.

Herwiha wî berpirsê PDK tekez kir, heger berbijarê wan bibe serokê Iraqê, wê roleke erênî bilîze ji bo çarekirina kêşeyên di nav Hewlêr û Bexdayê de û berî niha jî bizavên wî di vî warî de hatine dîtin.

Şiwan Mihemed diyar kir, wek pêşinyar bi wan baş e, tevahiya firakisyonên Kurdî li Bexdayê bicivin û kesekî ji nav xwe hilbijêrin ji bo ku ew take berbijarê Kurdan be.

N.O