Wezîrên derve û bergîriyê yên Fransayê têne Hewlêrê
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e îro, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian û Wezîra Bergîriyê ya wî welatî Florence Parly ji Bexdayê bigihin Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin.
Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, yek ji armancên serdana her du wezîrên Fransayê ew e, spasiya hêza Pêşmerge û gelê Kurdistanê, derbirîna piştevaniya Fransayê bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û bihêzkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Parîsê ne.
Îro Şemiyê 26 Tebaxê Wezrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian û Wezîra Bergîriyê yaw î welatî Florence Parly bi serdanekê gihêştibûn Bexdayê.