Di êrîşa firokeyên Tirkiyê de: 8 sivîl şehîd bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama bombebarankirina firokeyên şer ên Tirkiyê ji gundê Enabikê li beşûrê Efrînê re 8 sivîl şehîd bûn û hejmarek sivîl jî birîndar bûn, di nava wan de jin û zarok hene.
Fermandarê YPGê Birûsk Hesekê ji K24ê re ragihand, îro firokeyên şer ên Tirkiyê ciheke xwedîkirina mirîşkan li gundê Enabkê yê li başûrê Efrînê bombebaran kir û 8 sivîl şehîd bûn û hejmarek kesên din yên sivîl jî birîndar bûn, di nava wan de jin û zarok hene.
Li gor zanyariyan jî, rêxistina Heyva Sor a Kurd di hewla rizgarkirina kesên ku hîna di bin avahiya rûxandinî asê mane de ne.
Ji duh ve artêşa Tirkiyê dest bi operasyona li dijî Efrînê kiriye û firokeyên şer ên Tirkiyê jî gundên Efrînê bombebaran dikin.