Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike

Cîgirê berê yê Serokê AKPê û perlemanterê wê partiyê Mehdî Ekar: Herêma Kurdistanê gellekî ji Tirkiyê re giring e û di pêşerojeke nêzîk de, wê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana Tirkiyê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Cîgirê berê yê Serokê AKPê û perlemanterê wê partiyê Mehdî Ekar ragihand, ku Herêma Kurdistanê gellekî ji Tirkiyê re giring e û di pêşerojeke nêzîk de, wê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serdana Tirkiyê bike.

Mehdî Ekar di daxuyaniyeke taybet de, ji Kurdistan24ê re got: Herêma Kurdistanê heya dawîn ast ji Tirkiyê re giring e.

Ekar got jî: Hemû netewên li navçeyê dijîn birayên me ne, ji ber vê yekê jî, ji me re giring e, ku pêwendiyên rast û bihêz li gel Herêma Kurdistanê hebin, li Herêma Kurdistanê hejmareke mezin ji bazirganên Tirk hene û pêwendiyên wan yên siyasî yên bihêz hene. Ji bilî vê yekê jî, em xwedî ol û dîrokeke hevbeş in, em bi hev re karin pêşerojeke baş ava bikin.

Herwiha got: Çendîn caran birêz Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kiriye  û Xwedê bê erê, wê dîsa serdana Tirkiyê bike.

N.O