FedEx ji Bexdayê tê Hewlêrê

Jêderekî ji hikûmeta Iraqê ragihand, kompanyaya «FedEx” a veguhastina kelûpelan geştên xwe li Bexdayê hilweşandin û biryar da bê firokxanya Hewlêrê ya Navdewletî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji hikûmeta Iraqê ragihand, kompanyaya «FedEx” a veguhastina kelûpelan geştên xwe li Bexdayê hilweşandin û biryar da bê firokxanya Hewlêrê ya Navdewletî.

Malpera “alghadpress” belav kir, kompanyaya «FedEx” hemû hevbeşên xwe li başûrê Iraqê agahdar kir, ku kelûpelên xwe ji firokxaneya Bexdayê veguhêzin firokxaneya Hewlêrê.

Wê kompanyayê aşkere kir, biryara wê vedigere wê sedemê, ku rêkarên firokxaneya Bexdayê aloz in û di navbera rêveberiya firokxanê û desteya gumrikê de biryarên cuda hene û gelek navendên biryarê hene.

Aşkere kir jî, hin kelûpelên wê kompanyayê ji nêzîkî mehekê ve li firokxaneya Bexdayê ne û ta niha negihîştine destê hevbeşên xwe.

FedEx biryar da jî, îro kelûpel û geştên veguhastina kelûpelan di riya firokxaneya Hewlêrê ya Navdewletî re bike.

Amaje bi wê jî da, firokxaneya Hewlêrê bilez kelpelan digihîne hevbeşan û tenê di çend demjimêran de karûbarê xwe bi rê ve dibe.

Wî jêderê hikûmî aşkere kir, bidawîhatina karê kompanyaya FedEx li firokxaneya Bexdayê, hikûmeta Iraqê dahatiyeke mezin jib ac û gumrikê jidest dide.

Kompanyaya FedEx ji mezintirîn kompanyayên veguhastina kelûpelan e û yekem kompanya ye kelûpelan bi riya esmanî bo piraniya welatên cîhanê vediguhêse.

 

S. B