Zerîf bi hikûmeta dahatî ya Herêma Kurdistanê geşbîn e

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî civîna bi Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, wan civîneke baş encam da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf piştî civîna bi Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, wan civîneke baş encam da.

Di roja duyem a Konferansa Asayişa Cîhanê li Muncuhê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Munchenê civiyabûn.

Piştî civînê Mihemed Cewad Zerîf got: “Me behsa pêwendiyên me bi Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Herwiha me behsa pêkanîna hikûmeta dahatî ya Herêma Kurdistanê kir.”

Derbarê pêwendiyên Îranê bi Herêma Kurdistanê re, Zerîf got: “Dixwazin pêwendiyên di warê aboriyê de hebin û di dahatûyê de jî wan pêwendiyan bihêz dikin.”

Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê civîna bi Wezîrê Derve yê Îranê re li twittera xwe belav kir, “ Me behsa kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşhatên li Iraq, Sûriyê û navçê kir.”

 

 

S. B