Li 31 gundên Dêrsimê qedexeya salekê hat ragihandin

Li 31 gundên bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê derketina derve heta salekê hate qedexekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 31 gundên bajarê Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê derketina derve heta salekê hate qedexekirin.

Parêzgeriya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku 31 gundên Dêrsimê di çarçoveya bergiriyên ewlekariyê û parastina mal û canê welatiyan de wekî herêmên ewlekariyên yên taybet hatine ragihandin.

Parêzgeriya Dêrsimê diyar kir, dema qedexeyê dê heta 1ê Tîrmehê ya sala 2019an berdewam bike û divê welatî pabendî hişyariyê bin.

 

S. B