Koma PDKê venagera palemantoya Bexdayê

Heta Bexda li ser helwesta xwe ya li hember Herêma Kurdistanê berdewam be, Koma PDKê beşdarî civînên parlemantoya Iraqê nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Koma Partiya Demokrat a Kurdistanê di parlemantoya Iraqê de Rênas Cano ragihand, heta Bexda li ser helwesta xwe ya li hember Herêma Kurdistanê berdewam be, Koma wan beşdarî civînên parlemantoya Iraqê nabe.

Berdevkê Koma PDKê di konferanseke rojnamevanî de daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, pêdaçûnê di siyaseta xwe ya li hember Herêma Kurdistanê de bike.

Rênas Cano ragihand jî, wan ji ber biyara Parlemantoya Iraqê ya derbarê dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û helwestên wê yên li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê ve, parlemanto baykot kirine.

Berdevkê Koma PDKê tekezî li wê yekê kir, Koma wan niha venagere Bexdayê ye.