James Peres: Pêwest e cîhan piştevaniyê li damezrandina Kurdistanê bike

James Peres, kurê serokê koçkirî yê Îsraîlê Shimon Peres ji K24ê re ragihand, pêwîst e cîhan piştevaniyê li damezrandina dewleta Kurdistanê bike, ku bikare hemû pêkhate bi azadî bijîn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

James Peres, kurê serokê koçkirî yê Îsraîlê Shimon Peres ji K24ê re ragihand, pêwîst e cîhan piştevaniyê li damezrandina dewleta Kurdistanê bike, ku bikare hemû pêkhate bi azadî bijîn.

James Peres got: “Her neteweyek ku dixwaze biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û ji bo wê çendîn sal xebatê dike, pêwîst e ew daxwaz bi cidî were girtin. Rêza min jib o xebat û dîroka Kurd heye û dizanim ku bi niyaz in referandûmê ji bo serxwebûnê bi rê ve bibin, ji ber wê di wê baweriyê de me ku pêwîst e cîhan azad piştevaniyê li dengê Kurd bike bo damezrandina dewleta Kurdistanê.”