Kolberekî din bi gulleyên hêzên ewlehiya Îranê hat kuştin

Malpera Hengaw ya Mafên Mirovan: Kolberê bi navê Zekeriya Bekrî bi gulleyên hêzên emnî yên Îranê hatiye kuştin û du kolber jî li sînorên herdu bajarên Pîranşar û Serdeşt birîndar bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Bi sedema teqeya hêzên ewlehiya Îranê li ser sînorê parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, kolberek hat kuştin û du kolberên din birîndar bûn.

Li gorî malpera Hengaw ya Mafên Mirovan, kolberê bi navê Zekeriya Bekrî bi gulleyên hêzên emnî yên Îranê hatiye kuştin û du kolber jî li sînorên herdu bajarên Pîranşar û Serdeşt birîndar bûn.

Li gorî amarên Rêxistinên Mafên Mirovan, di dema du hefteyên derbasbûyî de, pazde kolber li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê hatin kuştin û birîndarkirin.

N.O