Huserî: Êrîşa Efrînê, êrîşa kultura hevpar a mirovayetiyê ye jî
K24 – Navenda Nûçeyan
Lêkolîner û şirovekarê siyasî Zekeriya Huserî beşdarî nûçeyên demj 19:00 a Kurdistan24 bû û ragihand ku, di Operasyona Tirkiyê ser bi Efrînê de herî zêde xelkê sivîl zerarmend bûye. Bi dehan sivîl hatine şehîdkirin, bi sedan brîndar bûn e.
Tirkiye deverên Efrînê kiriye armanca êrîşên xwe. Şûnwarên dîrokî ku, şûnwarên ne tenê yên Kurdan a şaristaniya cîhanî ne hatine bobebaran kirin û têkbirin. Vê yekê zerarek mezin gihandiye kultura hevpar a mirovayetiyê.
Huserî diyarkir ku, êrîşên hemberî Efrînê dilgiraniyek mezin ligel Kurd û Kurdistaniyan peyda kiriye û Kurdistaniyan li her alîyan xwedîtiya Efrînê kirin e.
Biryara Parlementoya Kurdistanê ku êrîşa Tirkiyê bi hewla dagîrkeriya binav kirî, biryarek girîng liqelem da.