Wezarta Pêşmerge bersiva fermandarekî Heşda Şeibî dide

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva Cîgirê Fermandarê Heşda Şeibî dide û axaftinên wî bi zêdegavî binav dike.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de, u wêneyek jê gihêşte destê K24ê, tê de radigihîne, “Cîgirê Fermandarê Ebû Muhdî Muhendis ji hin medyayê re rê da xwe ku li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê biaxive.

Daxuyaniyê axaftina Ebû Mihdî Muhendis bi zêdegavî binav dike û tê de hahtiye, “Di berseva wan zêdegaviyan de, bi vî berpirsê leşkerî yê Heşda Şeibî re dibêjin, ku erk û karê te diyar e ku çi ye û baştir e tu mijûlî erk û karê xwe bibî. Karek ku pêwendiya wî bi te nabe, ne karê te ye ku li ser biaxive.”

Cîgirê Fermandarê Ebû Muhdî Muhendis ragihandibû, serxwebûna Kurdistanê tenê bo propagandeya siyasî û hilbijartinan e.

Herêma Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên metewî û olî biryar dane ku roja 25ê Îlona Îsal referandûma serxwebûna Kurdistanê bi rê ve biçe û tê de welatî deng bo serxwebûna Herêma Kurdistanê bidin.