Soylu: Amerika çekek taybet daye Karayilan

Wezirê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: Amerika çekek jehrî daye Murat Karayilan da ku xwe biparêze

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezirê Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: Amerika çekek jehrî daye Murat Karayilan da ku xwe biparêze.

Soylu da zanîn: salên 2000an hejmara endamên PKKê 15 hezar bûn, lê niha hejmara wan daketiye 700 kesan.

Suleyman Soylu pesnê Hevpeymaniya ligel Partiya Nijadperest MHPê kir ku ew dê vê hevpeymaniyê berdewam bikin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Soylu rica ji dengdêran kir û got: Me li hemberî Qendilê rûreş û şermezar nekin.

Suleyman Soylu - Wezirê Navxweyî yê Tirkiyê got:

“Amerika çekek taybet a jehrî daye Murat Karayilan ku xwe biparêze. Em di demek nazik de derbaz dibîn. Van welatê me wêran kir. Em bi xeteriyek mezin re rûbirû ne. Paşeroja me bi destê we  de ye. Rica dikim, ji we lava dikim. Me li hemberî Qendilê Şermezar û rûreş nekin. Çokên me ber wan nexin erdê”.

 

 

C.B