HSD nîvê Reqayê kontrol dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokatiya operasyona Hêrsa Ferêt ragihand, HSDê nîvê bajarê Reqayê kontrol kir.

Berdevka Operasyona Hêrsa Ferêt Cîhan Şêx Ehmed ragihand, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nîvê Reqayê kontrol kir.

Bajarê Reqayê ji 2013an ve pêgeha bihêz a çekdarên DAIŞê ye, ji 6 Hezîrana borî ve HSDê dest bi operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê kir.

Cîhan Şêx Ehmed got jî, şervanên HSD karîn hêla duyem a berîriya DAIŞê li Reqayê bişkînin û niha tenê ji sedî 45 ji wî bajarî di destê DAIŞê de maye.

Herwiha aşkere kir jî, di roja 47emîn a şerê Reqayê de, 8 tax bi tevahî hatine rizgarkirin û tenê 6 tax di destê çekdarên DAIŞê de mane.