Ciwanekî Kurd li wanê pirtûkan jiber dike û vedibêje

Li Wanê kesekî bi navê Berhan Taş, pirtûkan dixwîne, jiber dike û di nav civakê de jî vedibêje.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Li Wanê kesekî bi navê Berhan Taş, pirtûkan dixwîne, jiber dike û di nav civakê de jî vedibêje. Taş balê dikşîne ku di nav civakê de xwendin û heskirina pirtûkan her diçê kêm dibe, lê ew jî dixwaze baldarî, sûdbexşî û heskirina pirtûkan zêde bike. Ciwanên ku gohdariya Berhan Taş kirine jî tînin ziman ku bandora wî li ser heskirina wan ya xwendina pirtûkan çê bûye.

Li Wanê ciwanekî Kurd yê bi navê Berhan Taş, pirtûkan bi Kurdî û Turkî jiber dike û li ser dikê, medyayê û li qahwexaneyan vedibêje. Xort û ciwanên ku wî dişopînin jî radigihînin ku bi saya Berhan Taş heskirina wan ji bo xwendinê û pirtûkan çê bûye.

Berhan Taş radigihîne ku wî di destpêkê de, pirtûkên jiber kiriye, di bernameyeke xwe ya radyoyê de vegotiye, lê her tim hewla berfirehkirina ciyên vegotina pirtûkan daye û niha hem li kahwexaneyan, hem jî li ser dikê pirtûkên jiber dike vedibêje.

Berhan Taş li ser vegotina pirtûkan ji K24ê re wiha axivî: “Mirov gelek pirtûkan naxwînin, ev tişt li vir jî wisa ye, li ciyên din jî. Min jî pirtûkan jiber kir û derketim ser dikê. Mirovên ku hatibûn godarîkirinê, bi baldarî min temaşe dikirin. Min jî hem vegot hem jî pirtûkan bi wan da heskirin. Yanî ew mirovên ku pirtûk nedixwend, dest bi xwendina pirtûkan kirin û êdî ji pirtûkan heskirin.”

Ev qahwexane jî yek ji wan ciyaye ku Berhan Taş lê vegotina pirtûkên ku jiber kiriye dike. Hin ciwanên ku hiç xema xwendina pirtûkan bi wan re tunebûne jî; li vir, bi bandora vegotina pirtûkan dest bi xwendinê kirine.

Savaş Şik û Efsane jî radigihînin ku ew xwendekarin û ji bo dem derbas kirine hatine qahwexaneyê, lê piştî ku li vir vegotina pirtûkan godarî kirine, bala wan kişandiye û meraqa xwendina pirtûkan bi wan re çê buye.

Xwendekar Efsane dibêje: “Teqrîben salek berê bû, Berhan Taş li vir pirtûk vedigot. Di destpêkê de, li qahwexanê vegotina pirtûkan ji bo min tiştekî ecêpmayî bû. Lê bala min kişand û min jî dest bi xwendina pirtûkan kir. Niha kêfxweşim ku êdî sohbeta pirtûkan dikim.”

Xwendekar Savaş Şik dibêje: “Berhan Taş pirtûkan gelek baş vedibêje. Min pirtûk nedixwend lê piştî ku 3 sal berê min Berhan Taş naskir, ji pirtûkan jî heskir.”

Berhan Taş ev teqrîben 3 sal e ku pirtûkan jiber dike li ciyên cuda vedibêje. Niha jî amadekarî dike ku bi despêka serdema nû ya zaningeh û dibîstanan re pirtûkên ku nû jiber kiriye vebibêje.