Nûredîn Weysî: Kurdistan24 dixwaze bibe sekoyek ji hizr û nêrînên cuda yên Kurdistanê re

Rojnameya El-Şerq El-Ewset a Londonî hevpeyvîneke taybet ligel Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê Bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî derbarê pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê û sazkirina konferanseke taybet li Kongressa Amerîkî û rewşa medyaya Kurdistanê de kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya El-Şerq El-Ewset a Londonî hevpeyvîneke taybet ligel Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê Bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî derbarê pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê û sazkirina konferanseke taybet li Kongressa Amerîkî û rewşa medyaya Kurdistanê de kir.

Wê rojnameyê bi vî awayî behsa Nûredîn Weysî kiriye û nivîsiye “Rêveberê Giştî û Damezrênerê kenala Kurdistan24ê ku li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê programên xwe bexis dike, bawernameya master a medyayê ji Brîtanyayê wergirtiye û niha bi serdanekê li Londonê ye. Di meha borî de li Washingtonê konferasek di bin navnîşana “Herêma Kurdistanê, Hevpeymanê Stratejîk a Amerîka li Navçeyeke Pir Bi Asateng” ji aliyê Kurdistan24ê û rijnameya Washington Times ve li nava Kongressa Amerîka bi rê ve birin.

Beşek ji stafê Dezgeha Kurdistan24ê Bo Ragihandin û Lêkolînan
Beşek ji stafê Dezgeha Kurdistan24ê Bo Ragihandin û Lêkolînan

Di destpêka hevpeyvînê de derbarê bîroke û damezrandina Kurdistan24ê de hat pirskirin û di bersivê de Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê dibêje: “Kurdista24 di dawiya meha Cotmeha sala 2015an de dest bi bexşa programên xwe kiriye, bi hevkariya kenala France24 rahênan bi tîmên wê hatine kirin. Televisyon beşek e ji Dezgeha Kurdistan24 bo Ragihandin û Lêkolînan, ku li send sekoyên din ê medyayî pêk tê, wek Radio ku li ser şepola FM tê bexşkirin û pêgeha elktronî ku bi 5 zimanên (Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Tirkî û Farisî) ye.”

Herwiha amaje bi wê jî kiriye, herçend e li Kurdistanê rêkarek bo pilendina televisyonan nîne, lê Kurdistan24 ligel temena xwe ya kurt de jî, di rêzbenda serweriya kenalên nûçeyan ên Kurdistanê de ye.

Derbarê pêwendî û hevahengiya di navbera Kurdistan24 û dezgehên medyayî yên cîhanê û herêmê de, Rêvebirê Giştî yê Kurdistan24ê got: “Pêwendiyên me yên bihêz ligel France24 û hejmarek ji medyayên cîhanê wek Associated Press, Reuters, Ajansa Dogan – DHA û dezgehên din hene. Em çendîn car bûne çavkanî ji kenalên cîhanî wek CNN, Fox News, BBC û hejmarek din ên Erebî û herêmî re, bi taybet di şerê li dijî DAIŞê de, ji ber ku em bi bayixdan nûçeyên cîhanê romal dikin. Herçend e Kurdistan24 bi zimanê Kurdî bexş dibe, lê di naveroka kanelê de ne tenê Kurdî ye, bi ber wê hin caran bûye çavkaniya nûçeyên cîhanê jî, ne tenê ya Kurdistanê.”

Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê Bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî
Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê Bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî

Rêvebirê Giştî yê Kurdistan24ê amaje bi wê dike, ji destpêkê ve bi awayekî cuda me xwe peyrew kiriye û em rikaberiyê ligel kesekî nakin. Siyaseta nûçeyan ya taybet a me heye û hewl didin bibin sekoyeke medyayî ya baş û cuda li navçê. Em kaneleke nûçeyan ya taybet in, lê wek tevahiya medyayên navçê û cîhanê bi tevahî ne serbixwe ne, di nêrîna min de tu medyayeke bi tevahî serbixwe di cîhanê de nîne. Dezgehên medyayî jî nikarin berdewam bin heger piştevaniya darayî jê re nebe, yan ji hikûmetan yan partiyan û yan ji aliyê kompanyayên nêzîkî wê ve tên piştevanîkirin. Dezgehên medyayî jî siyaseta karkirinê û berjewendiyên wê yên cuda hene, lê ligel vî jî em li Kurdistan24ê bûne sekoyek ji hemû bîr û nêrînên cuda yên Kurdistanê re.”

Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê Bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî dema pêşkêşkirina gotara destpêkê li konferansa hevbeş a di navber Kurdistan24 û Washington Times li Kongerssa Amerîkî de
Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê Bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî dema pêşkêşkirina gotara destpêkê li konferansa hevbeş a di navber Kurdistan24 û Washington Times li Kongerssa Amerîkî de

Rêvebirê Giştî yê Kurdistan24ê derbarê konferansa Washingtonê jî dibêje: “Yekemîn car bû konferansek bi wî awayî di navbera dezgeheke medyayî ya Kurdî û dezgeheke medyayî ya Amerîkî li nava Kongressa Amerîka de hate birêvebirin. Tevahiya tewer û guftûgoyên wê konferansê jî derbarê referandûm û serxwebûna Herêma Kurdistanê bû. Endamên diyar ên Kongressê û berpirsên siyasî û leşkerî yên Amerîkî û Kurd jî tê de beşdar bûn. Hejmareke mezin ji nivîskar, medyakar û lêkolînerên bi navûdeng ên Amerîka hatibûn. Rojnameya Washington Times ku ji Komariyan ve nêzîk e, hejmareke taybet derbarê serxwebûna Kurdistanê belav kir û gotar û nêrînên cuda yên nivîskar û siyasetmendarên bi navûdeng ên Amerîka li xwe girtibû. Hejmarek ji endamên Kongressê hêvî û piştevaniya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê derbirîbûn. Bi nêrîna min bûyereke diyar û girîng bû ku dengê gelê Kurdistanê bigihînin navendên biryara Amerîka û navdewletî.”

Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê Bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî dema pêşkêşkirina gotara destpêkê li konferansa hevbeş a di navber Kurdistan24 û Washington Times li Kongerssa Amerîkî de
Rêvebirê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê Bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî dema pêşkêşkirina gotara destpêkê li konferansa hevbeş a di navber Kurdistan24 û Washington Times li Kongerssa Amerîkî de

Derbarê hizr û nêrînên berpirsên Amerîkî ên li ser referandûm û serxwebûnê de, Nûredîn Weysî dibêje: “Hejmareke berçav ji endamên Kongressê û ji her du partiyan Komarî û Demokratan piştevaniya referandûm û serxwebûnê dikin. Ligel siyaseta fermî ya Amerîka û bi taybet ya Wezareta Derve tekezî li ser yekperçeya Iraqê dike û derbarê referandûm û serxwebûnê siyaseteke wan parêzane heye, bi taybet derbarê demê de, ew tekezî dikin ku divê rûbirûbûna DAIŞê berî her tiştî be.”

Rojnameya El-Şerq El-Ewset derbarê dirustbûna bereyekê bi navê “Nexêr” ku banghêştê dike xelkê Kurdistanê dengê “Nexêr” bidin û hejmarek alî û dezgehên medyayî yên Kurdî li pişt wan in de pirsî : “Ma hûn pêşbînî dikin ew alî bigihin armancên xwe û bi awayekî nerênî û mezin bandorê li ser encamên referandûmê bikin?”

Di bersivê de Nûresîn Weysî ji bayixbûna bereyeke bi vê awayî kêm kir û got: “Wê bereyê ku nav li xwe kiriye bereya (Nexêr) karên wan sînordar e û hewla bidestxistina destkeftên siyasî ne wek xweamadekirina bp hilbijartina parlementoyê didin. Hin kesên tê de beşdar in bi helwestên bêbawer tên naskirin û hin kes jî bi gendeliyê hatine tuhmetbarkirin, di baweriya me de tu bandoreke mezin li ser encamên dengan nakin.”

Li ser metirsiyên welatên cîran ji birêvebirina referandûmê di vê demê de û rêgirtina li wê, ji ber ku bi dijî berjewendiyên neteweyî û ewlehiya xwe dibînin, Nûredîn Weysî dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarîkek ji sedsalekê de çespand ku nabe gef li ser ewkehiya tu welatekî cîran. Serkirdayetiya siyasî ya Kurd jî berdewam tekezî li wê dike ku baştirîn pêwendî ligel welatên cîran de hebe.”