Demîrtaş rexneyan li HDPê dike

Demîrtaş: Mixabiniya herî mezin ew e, ku heya niha HDPê rexneyek ciddî li xwe nekiriye û bersivek ji bo xelkê xwe nedaye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş derbarê encamên hilbijartinên 24ê Hizêranê gotarek belav kir û da zanîn, ku eger hebû ew di hilbijartinan de zora Hevpeymaniya AKPê û MHPê bibin û got: HDPê pêşbiniyên baş nekir û dûrî hizrên rastiyane kar kiriye, ji ber vê yekê derfeta şikandina hêza Hevpeymaniya AKPê û MHPê jidest me çû.

Demîrtaş diyar kir, ku ew jî li gel HDPê berpirsê vê encamê ye û got: Mixabiniya herî mezin ew e, ku heya niha HDPê rexneyek ciddî li xwe nekiriye û bersivek ji bo xelkê xwe nedaye.

Hevserokê berê yê HDPê ev bû nêzîkî 2 salan girtî ye û di hilbijartinan de, HDPê dengê xwe yên Bakurê Kurdistanê kêm kiribû û Demîrtaş jî ji HDPê kêmtir deng wergirtibû.

N.O