Bi vîdyo.. Çirkeyên destpêkê ya teqîna Kerkûkê bibîne

Îro, du teqîn li bajarê Kerkûkê hatin kirin, di encamê de nêzîkî 20 kesan hatin kuştin û birîndarkirin. Teqînê jî baregeha Seraya Selam ya ser bi Tevgera Sedir ve armanc kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro, du teqîn li bajarê Kerkûkê hatin kirin, di encamê de nêzîkî 20 kesan hatin kuştin û birîndarkirin. Teqînê jî baregeha Seraya Selam ya ser bi Tevgera Sedir ve armanc kir.

Li gor girtevîdyoyekê, çirkeyên destpêkê yên wê teqînê nîşan dide, ku destpêkê teqe li otombîleke spî tê kirin, piştre jî teqîn dibe.

Girtevîdyo di riya kamîreya çavdêriyê hatiye tomarkirin, lê jêdera teqînê bi zelalî ne diyar e.

Li gorî jêderekî ji nava bajarê Kerkûkê jî, her du teqînên îro xwekujî bûne.